• Saturday, 23 November 2024
logo

Aktorê navdar Michael Clarke Duncan mir

Gulan Media September 4, 2012 Hunerî
Aktorê navdar Michael Clarke Duncan mir
Aktorê mezin Michael Clarke Duncan ku di fîlmê 'The Green Mile' (Rêya Şîn) de karaktera 'John Coffey' dilîst, di 54 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe jidest da.

Aktorê mezin Michael Clarke Duncan ev demek e li Los Angelesê di Navenda Tenduristiyê ya Cedars-Sinai de dehat dermankirin. Rayedarên nexweşxaneyê ragihandin ku aktorê navdar jiyana xwe jidest daye. Aktorê emerîkî di sala 1999'an de bi fîlmê 'Rêya Şîn' hatibû nasîn. Di fîlmê ku Frank Darabont derhêneriya wê dikir de Duncan bi Tom Hanks re lîst û bi karaktera 'John Coffey' ket dîroka sînemayê. Duncan bi vî fîlma ji bo Xelatên Akademî û Oscarê wekî namzet hatibû nîşandan. Duncan ê 1.96 metre dirêj bû, bi dilgermî û sempatîkbûna xwe dihat nasîn.

Michael Clark Duncan ji bilî fîlmê 'Rêya Şîn', di fîlmên navdar ên wekî 'Armageddon', 'Planet of the Apes' û 'Kung Fu Panda' de jî lîstibû.
Top