• Saturday, 23 November 2024
logo

Tabloyek bi 34 hezar dolar hat firotin

Gulan Media September 1, 2012 Hunerî
Tabloyek bi 34 hezar dolar hat firotin
Dr. Ferhad Pîrbal ev hefteyeke li Gelerî Şander li Hewlêrê pêşangeheke şêwekarî bo karên xwe yên hunerî kiriye. Pîrbal amaje bi wê yekê kiriye ku eve cara yekeme nirxê li ser tabloyên xwe datîne û sê tabloyên giran biha jî li pêşangehê firotiye.

Yek ji kiryarên tabloyan (Helkewt Zahir) e awazdanere, tabloyekî bi navê (Mar û Masî) bi 34 hezar dolar kirriye.

Ferhad Pîrbal di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku: "Dibê hunermend nirx li ser karên xwe deyne, tablo ev çendîn sale li vî welatî bê nirxe heya hunermend jî nirxê xwe tune ye."

Pîrbal got: "Mixabin ez yekem kesim min bîra vê tiştî kiriye, şanazî dikim ku eger ez vê qurbaniyê jî bidim. Qasî ku peywendiya bi min re dikim û dipirsin te ew tablo bi wê nirxê firotiye êdî, milê min hişk bûnê."

Awazdaner Helkewt Zahir bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: "Belê min wek hanedanekê bo karên nû yê Dr. Ferhad Pîrbal min ew nirxe bi wê tabloyê daye, tablo bi navê Mar û Masî bi bihayê 34 hezar dolare."

Zahir amaje bi wê yekê kir ku ew pereyên ku bi wê tabloyê daye bihayê xelatekî xwe bû daye bi wê tabloyê.

Ferhad Pîrbal dibêje: "Ez ne dînim û ne zarok im, min li Sorbonê xwendiye, 2 galerî saz kiriye, 67 pîrtokên min hene, ji bo çi ez ne hunermendim, min ji destpêkê ve tablo çêkirine."

Xendan
Top