• Saturday, 23 November 2024
logo

´Rojên Amedê li Duhokê` dest pê kir

Gulan Media August 30, 2012 Hunerî
´Rojên Amedê li Duhokê` dest pê kir
'Rojên Nasandina Amedê li Duhokê' bi bernameya folklor û pêşandana wêneyan li Duhokê dest pê kir. Di mihrîcane de Serokê Melîsa Giştî ya Duhokê Dr. Fadil Omer anî zimên ku dem dema yekîtiyê ye. Mihrîcana 'Rojên Nasandina Amedê li Duhokê' ku bi hevkariya Şaredariya Duhokê û Sûrê li Duhokê tê lidarxistin, bi bernameya pêşandana wêneyên Mehmet Mahsum Suer û pêşandana lîstika folklorê dest pê kir. Bernameya li Parka Azadiyê li Hola Panoramayê pêk hat, bi rêzgirtin dest pê kir.

Şaredarê Duhokê Şevket Mehmet Emir, Şaredarê Sûrê Abullah Demîrbaş, Nûneren saziyên sivîl ên civakî yên Duhokê u Amedê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Di bernameyê de ewil Serokê Meclisa Gişti ya Bajarê Duhoke Dr. Fadil Omer axivî û balkişand ser girîngiya yekîtiya Kurd.

Demîrbaş: Ev roj roja yekîtiya Kurdan e

Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş jî anî ziman ku ev roja yekîtiya kurdan e û wiha got:"Em hemû pêşengên kurdan yek bi yek slav dikin. Em deyndarên wan in. Wan ji bo yekitiya kurdan gelek bedêl dan. Divê em îro daxwazên wan pêk bînin."

Rudaw
Top