• Saturday, 23 November 2024
logo

Yekbûn: Ez selamet im û ezê vegerim

Gulan Media August 21, 2012 Hunerî
Yekbûn: Ez selamet im û ezê vegerim
Stranbêja ji Bakurê Kurdistanê Yekbûn wan gotegotan red dike ku nexweş e û dibêje saxlem e û keçek jê re çêbûye.

Gotegot belav bûn ku Yekbûn ji ber nexweşiyê ketiye nexweşxaneyê, lê Yekbûnê ji Rûdawê re daxuyand: “Ev nûçe dûr in ji rastiyê û ez ne nexweş im, eger propaganda ji ber wê yekê belav bûbin ku ez ji ekranê û bernameya ku min di TRT6ê de belav dikir dûr ketime, êdî rawestandina wê bernameyê tenê ji ber wê yekê bû ku ev demeke xwedayê mezin keçek daye min û bi xwedîkirina wê mijûl dibim.”

Yekbûnê herwiha da zanîn ku ligel xwedîkirina keça xwe karên xwe yên hunerî jî berdewam dike: “Di siberojeke nêzîk de nûtirîn albûma min a stranan tê belavkirin û ezê dest bi bernameyên xwe li ser ekranê televizyonan bikim.”

Rudaw
Top