• Friday, 22 November 2024
logo

Nêzîk 'Rêga TV' dê ronahiyê bibîne

Gulan Media August 14, 2012 Hunerî
Nêzîk 'Rêga TV' dê ronahiyê bibîne
Partiya Komonîst a Kurdistanê ragihand ku ew hewl didin di demeke nêzîk de televizyona xwe ya asmanî ya binavê "Rêga TV" vekin:

Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê Zîrek Kemal ji AKnewsê re ragihand, "Partiya me dê di demeke nêzîk de, etvezyona xwe ya bi navê Rêga TV veke û baregeha wê dê li Hewlêrê be."

Kemal got ku hemû endamên komîteya navendî rizamendiya xwe li ser vekirina televizyona asmanî dan, lê hinek rêşûn û rêkarên pêwîst in ta amadekarî bi ser bibin.

Kemal got ew ê hewl bidin ku gotara televizyona Rêga TV ji gotarên televizyonên din yên li Herêma Kurdistanê cuda be û tiştekî nû di bernameyên wê de pêşkêş bikin.

AKnews
Top