• Friday, 22 November 2024
logo

Li Hewlêrê Festîvala kurte fîlman destpêkir

Li Hewlêrê Festîvala kurte fîlman destpêkir
Li Hewlêrê festîvala fîlmên kurt a bi navê "Festîvala Law a Fîlmên Kurt" şevê din destpêkir û wê pênc rojan bidome. Yekemîn festîvala fîlmên kurt a li Hewlêrê şevê din li hola Gel bi merasimekî hate vekirin. Di festîvala ku gelek derhênerên ciwan li ser berika sor re derbasî hola Gel bûn, wê bi giştî 24 fîlmên kurt beşdar bibin.

Li gor agahdariyên serperiştê festîvalê Zerdeşt Mihemed dan Rûdawê, bi giştî 64 fîlmên kurt ketin di pêşbirkê de û ji wan fîlman 24 ji bo beşdariya festîvalê ji hêla jûriya destpêkê ve hatin hilbijartin. Temenê derhênerên bi fîlmên xwe yên kurt beşdarî festîvalê bûne di bin 35 salî de ye. Herwiha jûriya festîvalê ji Taha Kerîmî, Ednan Osman û Mahdî Umêd pêk tê.

Sala pêş wê fîlmên ji hemû parҫeyên Kurdistanê beşdar bibin

Bi vekirina festîvalê re li ser navê Senterî Laney Hunerî ku organîzasyona festîvalê ye, bixêrhatina mêvanan û derhênerên beşdarî festîvalê bûne hate kirin. Li ser navê organîzasyona festîvalê hate diyarkirin ku armanca wan ew e ku ew bi vê ҫalakiya hunerî destekê bidin derhênerên ciwan. Herwiha hate destnîşankirin ku wan ji bo birêxistinkirina vê festîvalê alîkarî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nestandine û bang li hikûmetê hate kirin ku xebatên sûdwer ên demdirêjî ji bo derhênerên ciwan bide destpêkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku îsal bi taybetî fîlmên ji başûrê Kurdistanê tevlî festîvalê dibin û sala pêş wê rê bidin fîlmên kurt ên ji her ҫar parҫeyên Kurdistanê.

Festîvalê bi fîlmê derhêner Hîner Salim ê bi navê "Vodka Leman" ê dirêj dest pê kir û di festîvalê de wê heta roja pêncşemê her 24 fîlmên kurt ên beşdar werin nîşandan û dû re ji aliyê jûriyê ve yên herî baş werin xelatkirin.

Rudaw
Top