Ednan Kerîm cihê Ziyad Esed digire
Li gor wê rapirsiyê ku ji aliyê rûpela (Hawlerekam.Rawand) hatiye bicihanîn, heta niha 11837 kes tê de beşdar bûne, di rapirsiyê de pirsa han hatiye kirin, tu kê wek imperatorê muzîka kurdî dibînî, di bersivê de navê hunermendên han (Ednan Kerîm, Behcet Yehya, Zekeriya Ebdulla, Kemal Mihemed û Ziyad Esed) hatiye nivîsandin.
Li gor rapirsiyê, Ednan Kerîm bi 5646 dengan rêza yekê ya rapirsiyê bidest aniye, Zekeriya Ebdulla 2373 deng, Behcet Yehya 1738 deng, Kemal Mihemed 1358 deng û Ziyad Esed 733 deng bidest anîne.
Berî wê rapirsiyê, pir caran dihat gotin ku hunermend Ziyad Esed imperatorê muzîka kurdî ye, lê li gor vê rapirsiyê niha Ednan Kerîm şûna Ziyad Esed girtiye.
Rudaw