Rojnameya “FemînKurd” duşemê dê dest bi weşanê bike
Li gorî daxuyaniya “FemînKurd” ku navenda wê li Diyarbekirê ye, rojname ji aliyê jinan ve tê derxistin û tê de dê nûçeyên derbarê cîhana jinan cih bigire.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye, “Di kategoriyên cihêreng de li gel nûçeyan, wê nivîsên di derbarê yasa, nîqaş, xêz, vîdeo, nûçe û arşîvên dîjîtal yên weşanên periyodîk yên berhemên jinên kurd cîh bigrin. Herwiha wê gelek nîvîskarên FemînKurd jî bi babetên cuda xîtabê xwîneran bike.”
FemînKurd dibêje ku rojnameya wan ji aliyê jinên ku li dijî cîhana baviksalarî derdikevin ve tê honandin û bang li jinên kurd dike ku li rojnameyê xwedî derkevin.
Daxuyanî wiha didomîne, “Ji bo em rola xwe bilîzin, ji bo em pêl pergala paşverû û metinger ya patriyarkal bikin, ji bo em wekheviya xwe nekin mijara nîqaşê, dixwazin gaveke biçûk lê bi wateyeke têrtijî bavêjin”.
FemînKurd ku wek prensîpa weşanê drûşma “Xeta me ya sor nîne, xeta me ya mor jî berjewendiyên zayenda me ye“ dide ber xwe bang li jinên kurd dike ku xwedî li rojnameyê derkevin, piştgiriya wê bikin û tevlî xebatên wê bibin.
Di dawiya daxwuyaniyê de wiha tê gotin, “Kurdistan bi dengê jinan, jiyan bi rengê jinan xweştir e”.
AKnews