• Saturday, 23 November 2024
logo

“Min li hember 4 dewletan şer kir“

“Min li hember 4 dewletan şer kir“
Di hevpeyvîneke xwe de hunermenda Kurd û hevsera Şivan Perwer Gulistan Perwer
19 Tîrmeh 2012 Pênşem 14:40

got ku wê bi hunera xwe şerê 4 dewletan kir û ew şervan bû. Gulistanê di hevpeyvîna xwe de ya ligel rojnameya BAS got, pêwîst nake medya li ser modela cilûbergên wê, li ser çêkirina porê wê binivisîne, ew dixwaze bi hunera û berhemên xwe derkeve pêşberî kamerayan, ew şervan bû û wê bi hunera xwe şerê çar dewletan kiriye.

Li ser pirseke "lê belê gelek ji te tê hêvîkirin" Gulistan Perwer dibêje, pêwîstiya wê bi grûpeke muzîkê ya taybet bi wê heye, grûpên muzîkê yên hene ser bi wezareta rewşenbîrî ne û wan ji xwe re ew kar kirine kirine ticaret.

Li ser pirsa ew Şivan bi hev re dijîn yan na, Gulistan Perwer dibêje, Şivan li Bonnê (Almanya) dimîne û studyoyeke wan heye û Şivan diçe û tê Kurdistanê.

Gulistan Perwer gazinên tunebûna peran dike û dibêje pereyên wê tune ku pê klîpên xwe çêbike.

Dibêje bazirgan û televîzyonên hene kesekî daxwaza klîpan jê nekirine û mala wê ya li Duhokê jî beramberî keda wê ya 37 salan e.

Gulistan dibêje bavê wê axa bû û diya wê jî keça şêx bû.

Dibêje wê û Şivan hev hilbijartin û temen di navbera wan de tenê 10 sal in.

Li ser pirseke di navbera Gulistan Perwer de, gelo di navbera wan de kêşe hene yan na, dibêje: Di navbera her jin û mêrekî de kêşe derdikevin, hinek tişt hene mêr dike ne bi dilê jinê ne, di navbera wan de kêşeyên wiha hebûn, berî bibin hevser ew heval bûn.

Hunermenda dengxweş Gulistan Perwer dibêje stranên ku wê gotine 100 hene, lê belê yên ku wê çêkirine 20 in, bêguman alîkariya Şivan Perwer pêre çêbûye.

Avestakurd
Top