• Saturday, 23 November 2024
logo

'Hespên serxweş' li New Yorkê bû marke

'Hespên serxweş' li New Yorkê bû marke
Navê fîlmê Behman Qubadî “Dema Hespên Serxweş” li New Yorkê bû marke. Kurdekî bazirgan yê ji Çêwlikê bi navê Azman Dayakli li bajarê New Yorkê firoşgeheke şerabê vekir û ji navê fîlmê Behman Qubadî sûd wergirt û bi îngilizî navê “The Drunken Horse” ango “Hespên Serxweş” lê kir.

Dayakli bo Rudawê axivî û got, “Min dema fîlm temaşe kir biryar da ku ez vî navî bidim cihekî kar û dema min ev dukan vekir ev nav dayê.” Dayakli bi bîr xist ku di fîlm de wîsky didin hespan, lê got: “Vexwarina navdar ya Mezopotamyayê şerab e, lewma min dukana şerabê vekir.”

5 restorant û 65 hezar şûşe şerab

Sê sel berê Azman Dayakliyê Çêwligî li taxa bi navê Chelsea, ya ser bi Manhattanê, dukana xwe “The Drunken Horse” vekir û demeke berê jî li Times Squareyê ku weke cihê turîstan tê naskirin, dukaneke din jî vekir û heman nav lê kir. Armanca bazirganê kurd ew e ku heta sala 2015ê hejmar dukanên xwe bike 5 û salane 65 şûşeyên şerabê bifiroşe.

Azman Dayakli 25 salan berê hatiye New Yorkê; Wî di 13 saliya xwe de ji gundekî ser bi navçeya Kêxî berê xwe daye Stenbolê û ji wir jî hatiye New Yorkê. Di destpêkê de karê tekstîlê dike û paşê dest bi karê restorantê dike. Dayakli çend salan berê jî konsepta xwe bi cih anî û wek marke navê “Hespên Serxweş” li restoranta xwe kir. Ew dixwaze li Manhattanê, ku bi hezaran bar û restorant lê hene, bibe xwediyê muşteriyên dilsoz.

Muşterî dixwazin fîlm temaşe bikin

Azman Dayakli şanaziyê bi navê restoranta xwe dike û dibêje, “Kî tê vir, wateya navê restorantê dipirse û meraq dike. Ez jî behsa fîlm ji wan re dikim û şaş dibin. Bi taybetî jî Amerîkî pirr bi baldarî guhdar dikin û dipirsin ka vî fîlmî çawa dikarin bibînin û temaşe bikin. Hinek paşê vedigerin û dibêjin me fîlm temaşe kiriye.” Dayakli dibêje bi rêya fîlm be jî, xelk bi pirsgirêkên me Kurdan dihesin. Dayakli ji her derên cîhanê şerabên navdar tîne û herwiha ji Tirkiye, ji Amed û Mêrdînê jî.

'Qubadî nehat, lê Turk û Demirtaş hatin”

Dayakli diyar dike ku haya Behman Qubadî ji navê restoranta wî heye û dibêje, “Pirr jî kêfxweş bûye. Demek berê hatibû New Yorkê, wê bihata cem me jî, lê programa wî tije bû, nekarî were. Parlementerê Mêrdînê yê serbixwe Ahmet Turk û hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş du meh berê, di serdana Amerîkayê de, hatin restoranta min jî. Dema ku parlementerê BDPê yê Wanê Nazmi Gur li vir nûnertiya BDPê dikir, ew jî dihat restorantê.”

“Johnny Deep muşteriyê Drunken Horse e”

Bazirganê kurd diyar dike ku derbarê “The Drunken Horse”de di medyaya amerîkî de gellek nûçe û babet derketine û wiha dom dike: "Hunermend û aktorên navdar jî carinan serdana me dikin. Demek berê yek ji stêrkên Hollywoodê Johnny Depp hat vira, ev der di nava sê salan de bû cihekî naskirî. Muşterî ji xizmeta me, xweşikiya restorantê û ji şerabên me kêfxweş dibin. Ev tax hertim germ û rengîn e, festîval, partî û pîrozbahiyên taybet hertim tên lidarxistin. Di warê şerabê de em cihê herî navdar in li vir, ji ber ku bo her kesî şerabên me hene."

“Ji min re dibêjin vegere, lê Tirkiye ne cihekî ewle ye”

Azman Dayakli got ku ew di sala 1987ê de ji Tirkiyeyê derketiye û deh salên ewil qet neçûye, lê niha her sal diçe Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha dom kir: "Di 1ê Gulana sala 1977ê de min li taxa Taksîmê ya Stenbolê av difrot. Min wê rojê hemû bûyer bi çavên xwe dîtin. Ji wê rojê û pê ve min fêm kir ku Tirkiye ji bo jiyana mirovan ne cihekî ewle ye. Lewma min fikra terikandina vî welatî xiste serê xwe.” Dêbavên Dayakli niha li gundekî Çêwlikê dijîn. Dema ew diçe serdana wan û nas û dost wî dibînin, jê re dibêjin bes e, êdî vegere were. Dayakli wiha axivî: “Lê ji bo Kurdan Tirkiye hê jî cihekî ewle nîne, lewma ez dixwazim li Amerîkayê bimînim. Dema ez nû hatim New Yorkê, evder jî ne cihekî ewle bû, mirov nedikarî êvaran bi tenê derkeve. Dema ez hatim 24 salî bûm, niha 47 salî me. Niha êdî hertişt di cihê xwe de baş rûniştiye û em jî hînê vira bûne.”

Rudaw
Top