• Saturday, 18 May 2024
logo

Naskirina Aramo şanseke mezin bû

Naskirina Aramo şanseke mezin bû
Di hevdîtineke Xendanê digel keça Kurd ya rojnemevan û pêşkêşkara pêşîn ya bernameya Evîn Jin û Jiyan ya li kanal 4`ê, Evîn Aso, behsa egerên dûrketina xwe li şaşeyên televizyonê dike, her weha behsa projeyên ku niha mijûlî wane dike û dibêje: Ez her berdewam im li karê ragehandinê û xizmetkirina cemawerê xwe.

Ji aliyekî din ve di hevdîtina xwe de behsa peywendiya hunerî navbera xwe û Aramo dike û dibêje: “Yek ji şansê herî mezin di jiyana min de ku Xwedê da min, naskirina Aramo bû.”

Keça Kurd a rojnamevan, Evîn Aso ji başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyêye, her weha di heman demê karê pêşkêşkarî li kanal 4`ê di bernameya ku bi navê wê destpê dikir “Evîn Jin û Jiyan” ku bernameyeke hunerî û çandî û keltorî û civakî bû , her weha cihê kêfxwaşiya cemawerê Kurdistanê li astê her çar perçeyên Kurdistanê bû.

Xendan
Top