• Saturday, 18 May 2024
logo

Festîvala zarokan li Kurdistanê tê sazkirin

Festîvala zarokan li Kurdistanê tê sazkirin
Bi helkefta roja 1 Hezîranê, roja cîhanî ya zarokan, saziya “stêrka zarokan” a Herêma Kurdistanê, dê festîvalek mezin li bajarê Hewlêrê saz bike û dê 5 rojan bidome.

Seroka saziya Stêrka Zarokan a Herêma Kurdisatnê, Seyran Selah, ji AKnewsê re got, bi helkefta roja cîhanî ya zarokan, bi alîkariya koma ragihandinê ya Hane û Tablo Mallê, dê festîvaleke mezin bo zarokan saz bikin.

Selah, diyar kir, dê ji sibê ve heta 5 Hezîranê, her êvar ji saet 17:00 heta 21:00, li nav Tablo Malla Hewlêrê, bernameyên festîvalê dê bên lidarxistin.

Selah, da zanîn, di kevana festîvalê de, dê pêşangeha pirtûkan bo zarokan, her wiha pêşbirka wênekêşanê, gotina sirûd û xelatkirina zarokan bê sazkirin.

AKnews
Top