• Saturday, 18 May 2024
logo

Du belgefîlm di du kanalên swêdî de

Du belgefîlm di du kanalên swêdî de
Digel nerazîbûna Kurdên li Swêdê ji bo nîşandana rûyê neyênî yê civaka kurdî ji aliyê medyaya Swêdê ve, sê şevan li pey hev herdu kanalên swêdî Svaria TV1 û 2 belgefîlmek derbarê xebata gelê kurd û bikaranîna çekên tevkuj û kîmawî li dijî Kurdan weşandin.

Belgefîlm bi nîşandana xebata borî ya gelê kurd û peyvek derbarê Barzanî wek serokê xebata Kurdan dest pê dike. Pirsa petrolê û hatina ser text ya Saddam beşekî din yê belgefîlm bû, ku çend wêneyên kêmdîtî yên dîrokî bi kalîteyeke bilind derbarê dema borî ya gelê kurd li Başûrê Kurdistanê nîşan da. Fîlm behsa bikaranîn çekên kîmyewî dike, ligel nîşandana çend dokumêntên vîdyoyî û gotinên rizgarbûyekî bi navê Hana Letîf ku vêga li Swêdê rûdine.

Nîşandana vî fîlmî û dubarekirina wî ji bo çend rojan hemdem e ligel guftûgokirina pirsa kurd li Parlementoya Swêdê û pirr caran ev babet jî bûne cîhê nerazîbûna balyozxaneya Tirkiyeyê li Swêdê û çend caran agahdariya boykotkirina medyaya Swêdê dane di dema nîşandana fîlmên wiha û behskirina pirsa kurd.

Berî çend mehan heman kanalê belgefîlmekî ku dema wê 20 xulek bûn derbarê cil û bergên kurdî de nîşan da û çend caran behsa stîl û çawaniya lixwekirina cil û bergên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Piştî nîşandana heman fîlmî li dibistaneke ziman li Stockholmê ji aliyê xwendekarekî kurd ve, şerê devkî di navbera Kurd û Ereban de dirust bû û bû sedema nerazîbûna xwendekarên ereb, ji ber ku bi baweriya Ereban ev reklam e ji bo siyasetvanên kurd.

Rudaw
Top