• Friday, 24 May 2024
logo

TRT-6 li Kurdistanê bîroya xwe vedike

TRT-6 li Kurdistanê bîroya xwe vedike
TRT Şeş a ku 24 saeta bi Kurdî weşanê dike, li Hewlêrê wê buroyê veke û di rojên pêş de dest bi nûçeyên zaravayê soranî bike.

Li paytexta Kurdistana Federe Hewlêrê civîna danasîna TRT Şeşê pêk hat. Wezîrê Çandê yê Kurdistanê Kawa Mahmut û waliyê Hewlêrê Nevzad Hadî jî tevlî merasîma danasandina TRT Şeşê bûn û axifîn. Wezîr Kawa Mahmut, di destpêka axaftina xwe de memnuniyeta xwe pêşkêş kir û got, TRT Şeş ji bo Tirkiye û Kurdistanê peywira piriyê bi cih tîne, em gelekî memnun in.

Waliyê Hewlêrê Nevzad Hadî jî memnuniyeta xwe a ku TRT Şeş dike li Hewlêrê buroyê veke anî ziman û bal kişand ku bi vê gavê, nûçeyên derbarê herêmê de yên ku bi awakî neyînî di çapemeniya Tirkiyê de cih digrin wê bi dawî bibin.

Avestakurd
Top