• Saturday, 18 May 2024
logo

Samo Zeyn dixwaze bi kurdî bistirêne

Samo Zeyn dixwaze bi kurdî bistirêne
Hunermendê ciwan ê ereb Samo Zeyn ragihand ku ew gelek kêfxweş e niha li Hewlêrê ye û amade ye bi duyt an bi tenê stranên kurdî bêje.

Samo Zeyn ji AKnewsê re daxuyand, “Ez gelek matmayî me bi vî awayî bajarê Hewlêrê dibînin di warê xizmetguzarî û pêşwaziya mêvanan de pêşketiye, bi rastî hest dikim ez li welatê xwe me, berî ez bême Kurdistanê ti tirsek li ba min nebû û bi baweriya min bajarê Hewlêrê nekêmtirî welatên derdorê ye.”

Zeyn got jî, “Gelê kurd xwediyê pêgeheke taybet û hunereke resen e, ez naxwazim tiştekî bêjim ku tune be, lê hez dikim eger derfet hebe û hevkariya min bê kirin bi tenê yan bi duyt stranan bi zimanê kurdî bêjim.”

Pêr, Samo Zeyn li ser vexwendina kompaniya “Kilo” ya weşana hunerî û ragihandinê gihişte Hewlêrê û duhî jî yekemîn konsêrta xwe li hola mamosta Saed Ebdila saz kir.

Biryar e, îro jî konsêrta xwe ya duyemîn li hotêla Rotana li dar bixe.

AKnews
Top