• Friday, 24 May 2024
logo

"Hôtel Europe" ya Ferhad Pîrbal bi kurmancî derket

Romana "Hôtel Europe" ya Ferhad Pîrbal li Stenbolê bi wergera kurmancî hat weşandin. Piştî pirtûka wî ya çîrokan "Çolistan" ev duyemîn berhema Pîrbal e ku Weşanxaneya Avesta bi zaravê kurmancî pêşkêşî hezkiriyên wêjeya kurdî ya bi soranî dike.

Du mehan piştî weşandina romana "Êvara Perwaneyê" ya Bextiyar Elî Avesta berhemeke din ji soranî dike kurmancî. Wergêr û xebatkarê Rûdawê Besam Mistefa ev berhem ji soranî wergerandine ji bo kurmancî. Mistefa berî niha sê pirtûkên Şêrzad Hesen wergerandine kurmancî.

Ferhad Pîrbal di sala 1961ê de li Hewlêrê çêbûye. Ew wek nivîskar, mamosteyê zanîngehê, pêşkêşkerê bernameyên televizyonê, şêwekar û stranbêj dixebite. Ta niha gelek pirtûkên wî hatine weşandin. Weşanxaneya Avesta diyar kir ku ewê tevaya çîrok û romanên Pîrbal wergerîne kurmancî.

Rudaw
Top