• Saturday, 18 May 2024
logo

Kê û çima Tatlises birîndar kir?

Kê û çima Tatlises birîndar kir?
Di doza hunermend Îbrahîm Tatlises de şofêrê bi navê Yûnûs Ayik ku otomobîla di dema êrişê de bikardîanî, îtiraf kir ku Tatlises ji aliyê Abdullah Uçmak ve hatiye birîndarkirin.

Di rûniştina 3. doza derbarê êrişa li dijî hunermend Îbrahîm Tatlises de hatî vekirin, bersûcê girtî Yûnis Ayik îtiraf kir ku kesê li Tatlises dayî Abdullah Uçmak e.

Îtirafên Ayik ên di dema şeva bûyerê de bi vî awayîne; “Min ev kar ji bo arîkariya bo Uçmak kir. Min ne dizanî wê ti kes birîndar bibin. Min tenê dizanî wê ji bo tirsandina kesê ku pereyê Uçmak birî be. Ersîn Altun ji erebeyê sê gûlle teqand. Ger me nexwestibe jî Îbrahîm Tatlise birîndar bû.”

Duh li 17. dadgeha cezayê giran a Stenbolê rûniştina 3 polîs û bi giştî 14 bersûcan hat birêvebirin. Piştî vê îtirafê Abdullah Uçmak mafê axaftinê wergirt û îfadeyên Yûnis Ayik ji hev ne digirtin. Kesê bi navê Ersin Altun ku Ayik dibêje di dema êrişa li dijî Tatlises de sê gûlle berdabû, diyar kir ku di roja êrişa li dijî Tatlises de ligel hevalên xwe li bîraxaneyekî li Yakacik bû û bi şev jî vedigeriya Bursayê û tometên derbarê xwe de îtiraf kir.

Hunermend Tatlises 14ê Adara sala borî dema ji bernameya ku pêşkêş dikir derket, rastî êrişekî çekdarî hatibû û bi giranî birîndar biribû. Piştî vê yekê Tatlises demek dirêj li nexweşxaneyê mabû û herwiha li nexwexaneyê jî zewicî bû.
Top