• Saturday, 18 May 2024
logo

Filma ‘Helebce.. Zarokên Windabûyî’ xelata şeşemîn wergirt

Filma ‘Helebce.. Zarokên Windabûyî’ xelata şeşemîn wergirt
Filma ‘Helebce.. Zarokên Windabûyî’ wekî filma herî baş a festîvala sînemayî ya Kanada hat diyar kirin û xelata 2012an a festîvala Kanada wergirt.

Ew film bi derhêneriya sînemavanê Kurd Ekrem Heydo hatiye çêkirin û behsa çîroka Elî Zimnako yê ji Helebce ku di karesata kîmyabarankirina Helebce (1988) de koçî Îranê bûyî, ji aliyê xêzanekî Îranî ve hatî xwedîkirin û piştî 21 salan vedigere bajarê xwe û digihe malbata xwe ya rast dike.

Piştî film li Kanada hat pêşkêşkirin, wekî filma herî baş a beşdarî festîvalê bûyî ji aliyê rexnegirên filman ve hat destnîşankirin. Heta niha filma Helebce... Zarokên Windabûyî beşdarî gelek festîvalên sînemayî yên cîhanê bûye. Herwiha xelatên festîvala sînemayî ya Sawpawlo ya Barazîlê, li Almanya festîvala Orin, li bakurê Kurdistanê festîvala Amedê, li Tehran festîvala sînemayî ya rasteqîne û li Londonê heftemîn festîvala hunerî ya filmên kurdî wergirtiye.

Derhênerê filma Helebce... Zarokên Windabûyî, Ekrem Heydo wênegir û derhênerekî ji rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 1995an ve li Almanya dijî.
Top