• Saturday, 18 May 2024
logo

Koma Torê: Em hunera heft bavan berdewam dikin

Koma Torê: Em hunera heft bavan berdewam dikin
Ew dawet, şahî û şevên Kurdan bi dengê kemanҫeya xwe dixemilînin. Ligel kemançeyê carinan def û zirneyê jî lêdixin û ji hemû deverên Kurdistanê stranên folklorîk distirên. Solîst û endamê Koma Torê, Fehmî Hezexî (34) ji Rûdawê re behsa karê xwe û koma xwe kir: “Malbata me bi kemançeyê tê naskirin. Em ji heft bavan pê ve wek kevneşopiyekê bê navber kemançeyê lêdixin.ˮ

Beriya sala 1996ê li devera Hezex û Midyadê gellek hunermendên herêmî hebûn ku di dawet û şahiyan de li kemanҫeyê dixistin. Di nava wan de yek ji yên herî naskirî Mihemedê Hezexî bû. Mihemedê Hezexî di destpêka salên 90î de tê Almanyayê û heman hunera xwe li vir jî dom dike. Ligel wî, kur, xwarzî û biraziyên wî jî hene. Mihemedê Hezexî û xizmên wî di sala 1996ê de li bajarê Giessenê li hev dicivin û bi navê Koma Hezexê komekê dadimezirînin. Biraziyê Mihemedê Hezexî, Fehmî Hezexî wan rojên destpêkê bibîr anî û got, “Em 6-7 kes bûn, apek û çendîn birazî.ˮ

Rudaw
Top