• Friday, 24 May 2024
logo

Filmek Kurdî li Oroguay tê pêşkêşkirin

Filmek Kurdî li Oroguay tê pêşkêşkirin
Kurte filmeke kurdî ya bi navê ‘Şîrey Berd’ beşdarî sêyemîn festîvala navneteweyî ya filmên Oroguay bû.

Naveroka kurte filma 25 deqîqeyî li ser çawaniya komkirina hingvîn a li çiyayê Şaho û navçeyên Hewreman a rojhilatê Kurdistanê ye û behsa zehmetiyên komkirin û bi destxistina hingvîn tê kirin.

Şîrey Berd berhema pêncemîn a derhênerê ciwan ê ji rojhilatê Kurdistanê Setar Çemen Gûll e.

Ew kurte filmê beşdarî gelek festîvalên navneteweyî bûye. Şîrey Berd di festîvala navneteweyî ya Hengarya ku di navbera 26-30’ê adarê de li paytext Budapêst hat sazkirin, di nava hezar û 68 filmên ji 77 welatên cîhanê de karî bigihe qonaxa fînalê.

Rudaw
Top