• Saturday, 18 May 2024
logo

Duyemîn festîvala zarokan dê li Silêmaniyê bê lidarxistin

Gulan Media September 28, 2011 Hunerî
Duyemîn festîvala zarokan dê li Silêmaniyê bê lidarxistin
Biryar e, îro yekemîn festîvala zarokan li bajarê Silêmaniyê bê sazkirin.

Festîval dê ji hêla Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê û bi serpereştiya Birêveberiya Reweşnebîriya Zarokan a Silêmaniyê bê lidarxistin û dê 2 rojan bidome.

Birêveberê Reweşnebîriya Zarokan a Silêmaniyê û serperştyarê festîvalê Tahir Ebdila ji AKnewsê re daxuyand ku di festîvalê de berhemên şanoyê yên zarokên Silêmanî, Raniye, Helebce û Çemçemalê dê bêne pêşandan û her wiha pêşangeheke şêwekarî jî dê bê vekirin.

Derhêner Rêbîn Sidîq ku yek ji beşdarin festîvalê ye ragihand, “Ez bi şanogeriya Meramên Guhdirêj di festîvalê de beşdarim, şanogerî jî, berhema Mala Newroz a Silêmaniyê ye ku bi ser Birêveberiya Reweşnebîriya Zarokan a Silêmaniyê ye.”

Derbarê armanca şanogeriyê, Sidîq got, “Bêguman ew şanogerî û gelek berhemên şanoya zarokan, armanca wan perwerde ye û zarokan li ser karên başr, dilsozî û rastiyê fêr dike.”

AKnews
Top