• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlmê “Azadî” xelata zîvî ya Roterdamê wergirt

Gulan Media September 17, 2011 Hunerî
Fîlmê “Azadî” xelata zîvî ya Roterdamê wergirt
Belgefîlmê Azadî ku behsa xwepêşandanên li bajarên kurdan li Sûriyê dike, xelata zîvî ya Festîvala Roterdamê wergirt.

Festîval bi navê “Festîvala Fîlmên Erebî” bû û mijara wê ya sereke “sînemaya şoreşên li welatên erebî” bû.

Festîval li bajarê Roterdam li Holandayê hate lidarxistin û tê de fîlmê “Muherem” ê derhênera Misrê Emel Remsîs xelata zêrîn wergirt.

Li gorî nûçeya malpera al-Arbabiya, belgefîlmê Azadî ku çend rojên şoreşa Sûriyê ya ku ji adara borî ve didome tîne ber çavan, xelata zîvî ya Festîvala Roterdamê ku yekşema borî bi dawî hat, wergirt.

Wêneya Azadî, di tebaxa borî de li çend taxên bajarê Qamişlo û çend navçeyên din ên kurdan, hatiye girtin.

Belgefîlmê Azadî di heyama 5 rojan de hate berhemhênan û tê de dîmenên xwepêşandanên dijî rejîma Serokomarê Sûriyê Beşa Esed hatine pêşandan.

Her wiha xwepêşandana ku ji bo veşartina welatiyê kurd Zerdeşt Wanlî li Taxê Kurdan li Dîmeşqê derketibû, pêşan dide.

Wêneya belgefîlmê ji hêla 5 kesan ve ku 2 ji wan li Dîmeşqê hatine girtin û di bin parastina komîteyên hevahengiyê de û bi rêya kamîreyên biçûk ku bi hesanî tên veşartin, hatiye girtin.
AKnews
Top