• Saturday, 18 May 2024
logo

Wezareta Rewşenbîrî: Êdî muhleta TV û Radyoyan nayê dayîn

Gulan Media September 15, 2011 Hunerî
Wezareta Rewşenbîrî: Êdî muhleta TV û Radyoyan nayê dayîn
Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew êdî muhletê nade ti televizyon û radyoyekê.

Berpirsê di beşa yasayî û muhletdayînê ya Wezareta Rewşenbîrî de Serdar Heme Reşîd daxuyand ku wezaret ji îro û heta demeke nediyar muhletê nade ti radyo, televizyon û kenaleke asmanî.

Reşîd amaje kir ku Wezareta Rewşenbîrî dê pêdeçûnek bi karên muhletdayîna radyo û televizyonan li Herêma Kurdistanê de bike, ji ber hejmara kenalan gelek zêde bûye û her wiha wezaret dixwaze bacên li ser wan zêdetir bike.

Reşîd aşkere kir ku li seranserê Herêma Kurdistanê 180 radyo û televizyon muhlet wergirtine û 25 jî bê muhletin û êdî nayê qebûlkirin ti kenalyan radyoyek bê muhlet kar bike.

Ji bal xwe ve, Neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji AKnewsê re da zanîn ku bi tenê rojname û kovar muhlet ji sendîkeyê werdigirin, televizyon û radyo ti têkiliya wan bi sendîkeyê ve tune ye.

AKnews
Top