• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê dê kanaleke taybet ji bo zarokan bête vekirin

Gulan Media August 27, 2011 Hunerî
Li Herêma Kurdistanê dê kanaleke taybet ji bo zarokan bête vekirin
Jêdereke wezareta çand û ciwanan ya Herêma Kurdisatnê ragihand ku wê wezaretê projeyeke damezrandina kanaleke televîzyonî ya esmanî pêşkêşî hikûmeta herêmê kiriye da ku bipejrînin.

Derbarê wê mijarê de, rêvebirê giştî ya wezareta çand û ciwanan Ebdulwehab Cundiyanî da zanîn ku mebest ji wê kanalê, çandina çandeke netewî Kurd e û dûrketina nifşên nû yên Kurd ji karîgeriya ragihandinên biyanî.

Her weha Cindiyanî aîkire kir ku dema bexişkirina bernmameya zarokan dê di demjimêr 4 paş nîvro heya 8 ê êvarê be, derbarê wê de, pêşniyarek jî heye ku wek gaveke destpêkê kanala parlamentoya Herêmê de, derfeta pexşkirina bernameyan bike ku ne di dema kar û civînên parlementoyê de be.
Top