• Saturday, 18 May 2024
logo

Hunermend Evîn Beyaz bê sansur diaxife (Avestakurd)

Gulan Media August 11, 2011 Hunerî
Hunermend Evîn Beyaz bê sansur diaxife (Avestakurd)
Hunermend Evîn Beyaz bê sansur diaxife (Avestakurd)

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî


Hunermend û stranbêj Evîn Beyaz dilê xwe ji Kovara Delal re vekir. Gelo Evîn kî ye? Zarokatiya Evîn çawa derbaz bû? Çîrok û hezkirina wê a ji stranê re çawa destpêkir? Di vê meşê de zehmetî çibûn û Evîn bê ku guh bide hindek "rexneyên" bi êş çawa li berxwe da? Ka em destpêkê ji devê Evîn bi kurtî be jî, di nava jiyana wê de bibin gerok û wê nas bikin:

"Min hêj nû dest bi dibistana seretayî kiribû, ji ber zordestiya dewletê malbata min ji Bedlîsê derket û hat li Stenbolê bicih bû. Rewşa aborî ya malbatê ne xerab bû, ji ber vê yekê me zêde tengasî nekişand. Li malê hem Tirkî û hem jî bi Kurdî diaxivîn. Ez li Stenbolê têgihîştim ku ez Kurd im û ji ber Kurdbûna me dewlet bi ser malbata me ve tê. Ez li Stenbolê mezin bûm û min li vir xwend. Ez têgihiştim ku ji bo jiyaneke birûmet diviya bû ku ez li nasnameya xwe xwedî derkevim, min jî wisa kir.

Di biçûknaya xwe de min dest bi mûzîkê kir. Deh salî bûm dema ez derketime ser dikê. Kurdiya min ne baş bû, lê min bi Kurdî stranên xwe digot. Ji bo min ev tercîhek bû û min tercîha xwe kir.

Di 11 saliya xwe de ez beşdarî Koma Gulên Mezrabotan ku komek ji komên Navenda Çanda Mezopotamyayê bû, bûm. Piştre ez çûme konserwatuarê (dibistana muzîkê).. Piştî ku min ev dibistanê qedand, albûma min a yekem “JI te hez deikim” derket.

Ji bo du stranên vê albûmê me du klîp çêkirin. Ji bo amadekirina albûmeke nû xebatên min didomin. Di vê navberê de di kanalek televîzyoneke Tirkiyê de bi Kudî min sê meh bername çêkirin."

Birêz Evîn, çîroka strangotinê, yan em bibêjin pêpelûkên yekê ji çîroka hunera Evînê çawa destpêkir, ev ji zarokatiyê de hebû, an heza vê cîhana strangotinê di qonaxên pêşdetir de hat?

Hezkirina mûzîkê di zarokatiya min de dest pê kir.. Zêdetir min guhdariya mamoste Şivan Perwer dikir. Dengê wî yê zelal di mejiyê min de wek bizmarê cih digirt. Dengê wî ji bo min hewarek bû û ez ketim pey wê hewarê.

Di dîtina Evîn de, huner çi ye? Evîn çawa nêzî huner dibe, wê hembêz dike û pê re dibe yek?

Bi ya min huner ji bo mirov û mirovahiyê xizmetkirin e. Huner afirînera mirovî û civakî ye.

Yên ku stranên gel çêdikin, ji çêkerên qanûnan bihêztir in. Gel divê ku qîmet û rûmeta hunermendan bizanibe. Pêşdebirina ziman û wêjeya Kurdî ji bom in xizmeta herî mezin e. Herkes dikare di rindahiyê de rindiyê bibîne, huner ew e ku mirov karibe di bê dîtiyê de rindahiyê bibîne. Fîlozof Xanî dibêje ku:

Ger de hebuwa me padişahek
Laiq bidaya Xwedê kulahek
Ger de hebuwa me serfirazek
Sahib keremek suxen newazek
Xemxwarî dikir li me yetiman
görmek er kişinin karıdır.

Hunera her welatekî di warê strangotinê cudaye, lê ji aliyekî din ve heza sînorê mûzîkê nîne. Lê, gelek hene rexne dikin û dibêjin "divê hunermendên Kurd xwe ji bandora hunera biyanî dûr bikin", gelo dema ev tê gotin em ê çawa vê cudahiyê bikin? Li gor Evîn pêdiviye hunermendên Kurd kîjan xalan di vî warî de bingeh bigirin?

Helbet her neteweyek xwdî çand û hunereke taybet û xweser e. Lê ev çand û huner jî li hev teesîr dikin. Nexasim di vê çerxa ku em tê de dijîn, ev bandor tşteke gelek xwezayî ye. Ji bo min xizmeta herî pîroz, xizmeta ji bo ziman û çanda Kurdî ye. Bi ya min jixwe her hunermendekî Kurd vê xizmetê dike.

Bala min kişand, dema Evîn stranê dibêjê pir rehet tê dîtin; stran, mûzîk, peyv û can li ser dikê dibin yek. Gelo, ev her gavên destpêka hunera Evînê de heye, yan paşê pêşket û Evîn pêdivî dît ku divê di warê strangotinê de hindek sînor bêne rakirin, dive huner û hunermend bi strana xwe re rehet be?

Gava ez derdikevime ser dikê û stran dibêjim, xwe gelek azad û bextewer hîs dikim. Ev hest ji berê ve heye.

Evîn, hindek kes dibêjin çima Evînê paş navê xwe kiriye Beyaz (ez ne şaş bim, wateya xwe di Kurdî de Sipî ye), çima navek Kurdî nedanî, hûn dikarin egerê vî navî bînin ziman? Ev nav çawa hat?

Navê min yê rastî jî Evîn, paşnavê min jî Beyaz e. Ji ber vê yekê ez wiha bikar tînim. Ji vê rewşê jî tu aciziyeke min tune. Lê ji vir peyda ez dixwazim ku bi tenî navê Evîn’ê bikar bînim.

Zehmetiyên ku Evîn di dimeşa hunera xwe de kişandîn û heta niha dikşîne çi ne?

Li Tirkiyeyê mirov hem jin û hem jî Kurd be, helbet rastî zehmetiyan tê. Gava min albûma xwe ya yekem çêkir, min gelek zehmet kişand. Ez rastî gelek rexneyên tûj hatim, ez gelek xemgîn bûm lê min dev ji rastiya xwe berneda. Min li pêşiya xwe nêrî û ez meşiyam. Pêwendiya min bi tu saziyeke siyasî re tune, ez keseke bi serî xwe me. Li Tirkiyeyê gava têkiliya we bi saziyên siyasî re tune be, nexasim li nav civaka me, karkirin gelek zehmet e. Tişteke din jî heye, li ser dikê ez xwe gelek azad hîs dikim, jiber vê yekê liv û tevgerên min gelek serbest in. Ev jî bala gelek insanan dikişîne. Ev jibo min ne xem e, tiştî ku ez rast dibînim, ez dikim.

Gelo cudahiya di navbera Evîna li ser dika strangotinê û Evîna di nava malê de çi ye?

Li ser dikê ez gelek azad û bextewer im, li malê jî karê xwe dikim, lê gelek caran dikevime kûrahiya ramanan .

Gelo Evîn ji hunera xwe raziye, yan tucaran poşman nebûye û negotiye xwezî min ev nekiribane?

Belê, ez rastî gelek tengasiyan hatim, lê ez ji karê xwe razî me. Ez ji mûzîkê hez dikim. Ez xwe bextewer dibînim. Ez ne poşman im.

Di jiyana hunera Evînê de ku bûyereke balkêş hatibe serê wê û dixwaze ji xwendevanên kovara Delal re bibêjê heye?

Albûma min ya yekem gava derket, du kanalên televîzyon ên Tirkan xwestin ku bi min re hevpeyvînê bikin. Ez kêfxweş bûm û min bi erênî bersiv da van daxwaziyan. Di hevpeyvînê de ji min pirsîn, gotin ku “hun hunermendên Kurd, bi taybetî jî Rojîn Xanê çawa dibînin?” Min jî got ku “gelek bi serketî dibînim.” Navber dane hevpeyvînê û ji min re gotin ku “eger derheqê Rojîn Xanê û hunermendin din de tu bi neyînî neaxifî em ê vê hevpeyvînê neweşînîn.” Min ji wan re “eger danasîna min bi reşkirinê be, ez vê danasînê naxwazim, bi xatirê we” got û ez derketim.

Dîsa carek ez beşdarî kanaleke Tirkan bûm, pêşkêşvanê programê bi anonsa “Shakira Kurdan” ez dawetê ser dikê kirim. Piştî ez hatime ser dikê, min mîkrofonê hilda û got ez ne Shakira Kurdan im, ez Evîna Kurdan im. Helbet pêşkêşvan dixwest ku ez biezmînim, lê ez, ez im, ez Evîn im û dixwazim ku herkes wiha bizanibe.

Evîn niha bi çi ve mijûle? Kar û xebatên hunerî ê Evînê ên dawî çi ne
Niha ez amadehiya albûmeke nû dikim. Di vê albûmê de ez ê cih nedime besteyên xwe.

Peyveke te jibîr kiribe û tu dixwaze bîne ziman heye?

Evîn: Zor spas. Gelek silav ji bo we û ji bo xwendevanên kovarê. KURDWARÎ YEK
RÛMET E! BİJÎ KURDÎHEZ!

Pir sipas bo we jî ku we bersiva pirsên me dan.

Taybet bo malpera Avestakurd (Bi pîtên latînî)
Jêder: Kovara Delal/ Jimara 74/ Zaxo
Top