• Saturday, 18 May 2024
logo

4 Dengbêjên jin li wanê albûmeke hevbeş derxist

4 Dengbêjên jin li wanê albûmeke hevbeş derxist
Li Tirkiyeyê, 4 endamên Komela Jinên Dengbêj (KJD) li Wanê, albûmeke hevbeş derxist.

Seroka KJDê Raziye Kizil (Gazîn) û endamên KJDê Seîde, Meryem û Mûkades, albûmeke bi navê “Komela Jinên Serhedê” derxist.

Albûma ku 10 stranên li ser mijarên dîrokî, civakî û eşqê li xwe digire, ji aliyê Şîrketa Hîrvrojê ve hatiye tomarkirin. Şîrketa Ûmûz ya muzîkê jî dê bi karê dabeşkirina albûmê rabe.

Serok KJDê Raziye Kizil derbarê albûmê de ji AKnewsê re got:

“Awazên stranên di albûmê de ji aliyê me ve hatine danîn. Armanca me bizindîhiştin û domandina dengbêjiyê ye. Tevî zor û zehmetiyên heyî û polîtîkayên asîmîlasyonê, kurdî winda nebûye û gihiştiye roja îro ku di vê çendê de rola dengbêjiyê gelekî mezin e. Jixwe bi vê baweriyê KJDê ava kir. Me xwest navnîşaneke jinên dengbêj hebe.”

Kizil diyar kir ku ew dê di paşerojê de çend projeyên din jî bi cih bînin.

AKnews
Top