• Saturday, 18 May 2024
logo

Ji bo weşana kiltûra hewremanan têlefizyonek bi zaravayê hewramî tê vekirin

Ji bo weşana kiltûra hewremanan têlefizyonek bi zaravayê hewramî tê vekirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûra vekirina televîzyoneke navxweyî ya bi zaravayê hewramî ya bi navê Jîwa’yê daye ku çêdibe di nava mehekê de dest bi weşana xwe bike.

Birêveberê Televîzyona Jiwa’yê Emîn Hacî got, “Piştî hewlên meyên zêditirî 2 salî, Wezareta Kulturê ya Herêma Kurdistanê duhî bi resmî destûra vekirina televîzyona me da.

Weşana televîzyona Jiwa’yê dê destpêkê ji Silêmaniyê heta navçeya Ruwansera Kurdistana Îranê bibe. Heye ku di nava mehekê de em dest bi weşana ezmûnî (test) bikin.”

Hacî bo armanca vekirina vê televîzyonê jî got, “Ev televîzyon dê taybet bi bernameyên li ser kultur û rewşenbiriya Hewraman be û hemû bernameyên wê jî dê bi zaravayê hewramî bin.”

AKnews
Top