• Saturday, 18 May 2024
logo

Jiyana Leyla Zana dibe belge fîlm

Jiyana Leyla Zana dibe belge fîlm
Derhênerê kurd Özkan Küçük, jiyana siyasetmedara kurd Leyla Zana ku di nava jinên kurd de bûye sembol, dike belgefîlm. Belgefîlm dê heta zivistanê biqede.

Küçük, aşkera kir ku zimanê belgefîlmê ji sedî 90 bi kurdî ye û wiha berdewam kir: “Leyla Zana dê bi zimanê gelê xwe, yanî bi kurdî behsa xwe, behsa xebatên ku ji bo gelê xwe kiriye, bike. Dixwazim heta niha çi jiyaye, çi hatiye serê wê, çi wenda kiriye, çi qezenç kiriye, derxim holê. Di belgefîlmê de dê tenê Leyla Zana behsa xwe bike û li aliyekî ve jî em ê wêne û dîmenan bi kar bînin.”

‘Taybetiyên Zana pir in’
Küçük, gotinên Leyla Zana yên “Ez di têkoşîna kurdan de arşîv im” bi bîr xist û wiha axivî: “Em li aliyekî li Leyla Zana dinêrin lê ev pêvajo di heman demê de dîroka kurdan e jî. Ez jî dixwazim ew weke arşîvek di fîlmê de cih bigre. Lê taybetiyên Leyla Zana pir zêde ne. Ev yek mirov ditirsîne jî. Di nava fîlmekî de gelo ez ê bikaribim hemû taybetiyên Zana bidim? Vê pirsê ji xwe dikim. Ez van taybetiyan çiqas zêde bixim nava fîlm, ez ê xwe ewqas serkeftî bibînim.”

Küçük, derbarê dirêjahiya belgefîlmê de jî got ew difikirin belgefîlm bi qasî 75-80 deqe be.
D.M/Avestakurd
Top