• Saturday, 18 May 2024
logo

Xelîl Bakuzî û Hişiyar Sindurî elbomên xwe yên nû belavkirin

Xelîl Bakuzî û Hişiyar Sindurî elbomên xwe yên nû belavkirin
Li rojên bûrî, dezgehê mîrmuzîk yê çapkirin û belavkirina berhemên hunerî li Duhokê, du elbumên folklurî yên dengbêjan (xelîl bakuzî û hişiyar sindurî) belavkirin û xwediyê dezgehî diyar kir ku jimareyeka din jî ya elbumên folklorî li van nêzîka dê berhevbin jibo tomarikirinê.

Zîwer Îbrahîm xwedanê dezgehê diyar kir ku bi hevkarî li gel dezgehê Hesen Şerîf yê hunerî eve demek bu ew mijûlî berheynana wan du elbumên hunerî û got: Daku stiranên folklorî nemir bihêne parastin em li gel herdu hunermendên koçik û dîwanan (Xelîl Bakuzî û Hişiyar Sindurî) rêkeftin ku du berhemên baş bo wan çêkin.

Li destpêkê li studiyoyeka dengî li Duhokê karên mozîk û tomarikirinê hatinekirin, paşan li wilatê suriya weku elbum bi şêwê sîdî û kasêt hatine berhevkirin, her çende eve du roje hatine belavekirin lê ez dibînim reweca li ser heye û heta genc jî dihêt bo xwe dibin.
Rojnama Evro
Top