• Saturday, 18 May 2024
logo

Ebdila Zêrîn ji ber nexweşiyeke giran çû ber dilovaniya xwedê

Ebdila Zêrîn ji ber nexweşiyeke giran çû ber dilovaniya xwedê
Cemal Edîb Berpirsê Koma Duhokê ya Muzîkê ragihand ku Ebdila Zêrîn, duhî, li bajarê Duhokê koça dawî kir û li goristana Şaxikê li bajêr hate veşartin.

Edîb bal kişand ku Ebdila Zêrîn di salên heftiyan de dest bi gotina stranan kiribû û rolê wî di nav hunermendên parêzgeha Duhokê de berçav bû, ew xwedanê gelek berheman bû.

Edîb amaje kir ku hunermend Ebdila Zêrîn yek ji endamê Koma Duhokê ya Hunerê bû û wiha pê de çû:“Zêrîn di sala 1994ê çû Almanyayê û heta sala 2006ê li wir jiyaye, piştre bi yekcarî vegeriya Duhokê.

Ebdila Îbrahîm Ehmed Amêdî yê ku bi “Ebdila Zêrîn” tê naskirin, di sala 1956ê de li bajarokê Amêdiyê hatiye dinê û ji sala 2006ê ve, fermanber bû di Birêveberiya Hunera Muzîkê li Duhokê.

AKnews
Top