• Saturday, 18 May 2024
logo

"Kekê" weke yekem filîmê Kurdî yê bi devoka zazakî tê çêkirin

Li Tirkiyeyê, xebatên kişandina fîlma “Kekê” ku di zaraveya zazakî ya kurdî de yekemîn fîlma metraj dirêj e, temam bûn.

Çavlirêyê ku fîlm di demeke nêzîk de têkeve vîzyonê û di fîlmê de tengezariyên kesek ku zimanê tirkî nizane, tê nîşandayîn.

Derhêner Fahretîn Özdemir ji CHAyê re got, di encama xebatên dûvdirêj fîlm amade kirine û da xuyakirin ku hemû jî li اewlîgê (Bingöl) hatiye kişandin. Özdemir got, armanca wan ew e ku zazakî pêş bixin û wiha pêde çû:

“Hê berê bi zazakî kişandina fîlman qedexe bû. Niha mafek wiha heye. Ez jî nêzîkî 20 salan e di warê sînemayê de kar dikim. Min ev yek bo xwe wek erkekî dît û dest bi kişandina fîlma zazakî kir. Di demeke kurt de, em ê galaya fîlmê pêk bînin û derxin vîzyonê.”

AKnews
Top