• Friday, 24 May 2024
logo

Ziyad Esed di filmekê dîkyomêntî de

Ziyad Esed di filmekê dîkyomêntî de
Wênegir û derhêner Dilêr Emer bi filmek dokumentî ya li ser jiyan û berhemên hunermend Ziyad Eshed ve mijûle.

Dilêr Emer da zanîn ku 8 mehe ji bo berhemanîna filmek dokumentî li ser jiyan û berhemên hunermend Ziyad Eshed ve mijûle; “Bi arîkariya komek biraderan, niha karê wan di qûnaxa dawî de ye.

Dilêr got: Armanca min a berhemanîna vê filmê ewe ku mandîbûn û karên hunermendek wekî Ziyad Eshed bikim dokument. Bi baweriya min pêwîste ji vê yekê zêdetir jêre bê kirin, ji ber wî hunermendî tevayî jiyana xwe daye hunerê. Heya niha nêzî 140 stran ji bo hunermendên Kurd amade kiriye û heya niha ti hunermendek Kurd ev yek ne kiriye.”

navhatî ji bo vê filmê pişta xwe bi çend kesên şareza girêdaye û karê hunerî yê Ziyad Eshed şîrove kirine; “Min ji bo vî karî ji hunermend Ziyad re gotiye û destûr jê wergirtiye. Ez sipasiya wî dikim û bawerî da min.”

Dilêr bal kişand ser wê yekê ku wê di demek kurt de ew film temam bike û wê di televizyonan de belav bike.

Rudaw
Top