Ferhad Pîrbal ji koran re CD-yek tomar kir
Li gor îstatîstîka Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Kurdistanê 10 hezar kesên nabînin mûçeya alîkariyê ji hikûmetê werdigirin. Yekitiya Kor û Kêmbînên Kurdistanê dibêje; “Nêzî 5 hezar endamên me hene.”
Heftiya borî CD’yek a Dr. Ferhad Pîrbal ket bazarê ku bi dengê xwe tomar kiriye. Ew CD ji 11 trakan pêk tê û 2 hezar dane jê hatine çapkirin. Ew CD piranî ji helbestên Pîrbal ên li derve nivîsandîn pêktê.
Li zanîngeha Selaheddîn xwendekarê master ê Edebiya Kurdî Hesen Yûsif derbarê wî karê Pîrbal de dibêje: “Xizmetê digihîne kesên nabînin û heta digihîne mamostayên zanîngehê jî, çavê hinekan kêm bûye û karîna xwendinê nemane.”
Dr. Ferhad Pîrbal derbarê wî karî de ji Rûdawê re diyar kir ku ji dema pirtûkxaneya Şerefxanê Bidlîsî hebûyî ve, fikra wê yekê kiriye ku ji kesên nabînin re pirtûkxaneyekê veke. Pîrbal wiha axivî: “Gelek kesên nabînin hevalên min in û kesên rewşenbîr in. Pir girînge ku kesên nabînin binivîsin û eger binivîsin, wê di ezmûn û dîtinek cûda de gelek tiştan keşif bikin.” Pîrbal biryar daye ku hinek pirtûkan bi dengê xwe ji bo kesên nabînin bixwîne û dixwaze hemû pirtûkên xwe bi deng li ser CD’yan belav bike; “Ez tenê ji bo hevalên xwe yên nabînim vî karî dikim.”
Bi baweriya Berpirsê Ragihandina Yekitiya Kor û Kêmbînên Kurdistanê Luqman Şewket CD ya Pîrbal ji kesên nabînin re awirdanek e. Luqman behsa wê yekê kir ku li Kurdistanê nêzî 100 pirtûkên tomarkirî hene, lewra dibêje: “Pêwîst e hikûmet li ser çapxaneyan bike biryar ku pirtûkan bi CD jî belav bikin û ji bo mirovên ne xwendekar jî sûd jê wergirin.”
Ji bo kesên nabînin CD-Pirtûk
Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd tomarkirina çapemeniyan bi awayê deng, wekî fikrek baş dibîne û bal kişand ser wê yekê ku berê ji bo veqetandina studyoya deng ji bo kesên nabînin alîkarî kirine; “Li gelek welatan pirtûkan têxin ser CD’yan. Dema mirov diçin geştê, guhdar dikin. Eger ev yek li Kurdistanê ji bo pêwîstiya gel bikeve bazarê, wê bibe karek bazirganî û wê demê çapxane wê bi xwe amade bibin ku wî karî bikin.”
Li navenda Yekitiya Kor û Kêmendamên Kurdistanê odeyek taybet ji bo tomarkirina pirtûkên dersê yên ji refa 1-6’ê seretayî hatine tomarkirin heye. Ev 6 meh in tomargehek nû danîne û 12 pirtûkên cûr be cûr tomarkirine. Li Silêmanî jî Rêxistina Deryaya Fransî heye, kesek kor serpereştiyê dike û karê tomarkirina pirtûkên bi deng dike. Hesen dibêje: “Min 30 pirtûkên pir baş ji wê rêxistinê wergirtine.”
“Kesên nabînin jîr in”
Di nava kesên nabînin de salên heftiyan ên çerxa borî kesên jîr ên wekî mûzîsyen, hunermend, helbestvan û mamostayên olî derketine. Dr. Kamil Hesen Besîr wekî Kurdê yekem li Bexda doktora wergirtiye. Hesen Yûsif li Kurdistanê yekemîn xwendekarê kor e ku master dixwîne. Hesen dibêje: “Eger pirtûk bi awayê deng bên tomarkirin û alîkariya kesên nabînin bê kirin, bi mîsogerkî wê di nava me de kesên ji Teha Hûsênê Ereb jîrtir derkevin. Kesên nabînin jîr in, ji ber ji sedî 75’ê enerjiya laşê mirov bi rêya çav diçe.”
Ji bo nivîsandina nameya doktora pêwîstiya Hesen bi dehan çavkanî heye û neçar e daxwazê ji hevalên xwe bike pirtûkên wî jê re tomar bikin. Hesen vê yekê wekî karek pir giran dibîne û pêwîstî bi pereyek zêde heye. Pir kêm kesên nabînin dikarin vî karî bikin û bi hemû zimanên din pirtûkên bi deng hene.
Heta niha Hesen bi rêya radyoyan 80 pirtûkên deng ên Kurdî peyda kiriye. Piraniya wan jî roman in û dibêje, eger hikûmet alîkarî bide radyoyan, dikarin bi awayek herî hêsan pirtûkan tomar bikin; “Ew jî xizmetek herî mezin e.” Rûdaw