• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Duhokê pêşengeha wêneyên Enfalê

Li Duhokê pêşengeha wêneyên Enfalê
Li Duhokê bi helkefta 23-mîn salvegera Enfalê pêşengeha wêneyan a Enfalê hate vekirin û gelek kes beşdarî pêşangehê bûn.

Li Duhokê bi helkefta 23-mîn salvegera Enfalê pêşengeha wêneyan hat vekirin. Gelek kes tevlî pêşengehê bûn. Kestên tevlî pêşengehê bûn, diyar kirin ku heta niha tu tişt ji bo mexdurên Enfalê nehatiye kirin. hevwelatiyan daxwaz kirin kû êdî mafên kesên rastî Enfalê hatine bên dayîn.

Berpirsyarê Navenda Enfalê li Duhokê Elî Bendî da zanîn ku heta niha hemû kujerên Enfalkiriyan nehatin girtin û got: "Heta niha komkujên destê wan di xwina gelê Kurd de heye hemû nehatine girtin û li ser cadeyan bi awayekî azad li herêmê ji xwe re digerin. Me listeya navên kujerên Enfalkiriyan daye dadgeha Iraqê û da ku bên girtin."
Rûdaw
Top