• Friday, 24 May 2024
logo

Şirîkên Rojînê ew bi sextekarî û xapandinê tewanbar kirin

Şirîkên Rojînê ew bi sextekarî û xapandinê tewanbar kirin
Stranbêj Rojîn piştî ku ji TRT 6 cûda bû û ket nav îşê dondurmê, derket ku ew saxtekarî bi şirîkên xwe Nedim Çizmeci û Baki Yanar re kiriye.

Li gora nûçeyeke ajansa Firatnews Sitranbêja ku bi sedema saxtekariyê îfadeya wê hat sitandin, bajarê Hewlêrê terk kir û vegeriya Tirkiyê.

Berî 4 mehan li Pasaja bi navê "Family Mall" ku taze hatibû vekirin, stranbêj Rojin du cihên kar ji bo firotina dondurman bi navên “Mado” û “Marpop” vekir. Ji bo vê yekê jî stranbêj bi bazirganê Amedê Nedim Cizmeci şirîkatî çêkir.

Wisa hatin rêkeftin ku Nedim Çizmeci beşa herî zor a sermayê karê bide û Rojîn jî beşekî biçûk ji sermayê bide û karê reklamê bike.

Lê heftiya berê derket ku Rojîn bêyî ku xebera Çizmeci hebe kaxezên resmî yên karê bi navê xwe kiriyê. Piştî eşkerebûna vê yekê Çizmeci û rêveberê gistî ê "Mado"'yê Baki Yanar diyar kir ku ew li ser vê yekê rêk neketibûn û di encamê de jî li cem polîs şikayet kirin.

Piştî ku Rojin ji bo navenda polîsan hate gazîkirin û îfadeya wê hate standin, bi lez vegeriya Tirkiyê.
Avesta - Zîwer Artîn
Top