• Saturday, 18 May 2024
logo

24 fîlmên Kudî û Erebî yên Îraqî di festîvala Kendavê de

24 fîlmên Kudî û Erebî yên Îraqî di festîvala Kendavê de
Iraq bi 24 fîlman beşdariya 4emîn Festîvala Sînemayê ya Kendavê dike.

Derhênerê iraqî Alî Fadil ku di festîvalê de beşdar e got: 24 fîlmên kurdî û erebî yên Iraqê ku ji belge fîlm û fîlmên kin û dirêj pêk tên dê beşdarî festîvalê bikin.

Fadil xuya kir ku bi beşdariya wan fîlman, Iraq dibe yekemîn welat ku bi wê hejmara mezin beşdarî festîvaleke sînemayê li welatên Kendavê dike.

Fadil raghand: Ji fîlmên beşdar fîlmê “Birayê Min Hêriş” ku ji derhênan mine û behsa jiyana du birayên ku bavê wan ereb û dayîka wan kurd e û her yek di jîngehekê cuda ji alyê ziman, kultûr ...td mezinbûne.

4emîn Festîvala Sînemayê ya Kendavê dê 14î vî mehê de li bajarê Dubey li Îmarata Erebî li bin çavdêriya Serokê Desteya Dubey ya Kultûr û hunerê şêx Macid Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm dest pê bike û 20ê mehê bi dawî tê.

AKnews
Top