• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlmên Kurdî beşdarî Festîvala Babilê di bin

Fîlmên Kurdî beşdarî Festîvala Babilê di bin
Li bajarê Hileyê 2emîn festîvala sînemayê ya Babilê bi beşdariya 24 fîlman dest pê kir.

Di festîvalê de ku duhî, çalakiyên wê li kolêca hunerên ciwan a zanîngeha Babilê dest pê kirin, 3 fîlmên kurdî jî beşdar in.

Serokê Komîteya Bilind a Festîvalê Alî Mihemed Hadî ragihand, “Festîval bi beşdariya sînemakarên Iraqê û di nav de yên kurd tê lidarxistin û dê heta 30ê vê mehê bidome.”

Hadî xuya kir ku fîlmên beşdar pêkhatine ji belgefîlm û kurtefîlman û hemû dê derbasî pêşbirka festîvalê bibin û dê encamên pêşbirkê di roja dawîn de bêne aşkerekirin.

Festîval, duhî, dest pê kir û dê sibe bi dawî be.

Bajarê Hile navenda parêzgeha Babilê ye û 100 km li başûrê paytexta Iraqê dikeve.
Top