• Monday, 22 July 2024
logo

Serok wezîrê Turkiyayê, serdana Tatlises dike

Serok wezîrê Turkiyayê, serdana Tatlises dike
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li nexweşxaneyê serdana hunermend Îbrahîm Tatlisesê ku di êrişek çekdarî de birîndar bûbû, kir.

Erdogan, îro piştî ku ji Zanîngeha Îlahiyatê ya Marmarayê ya Stenbolê, derket, çû Nexweşxaneya Acibademê û li wir serdana Tatlises kir.

Serokwezîrê Erdogan, di dawiya serdanê de, ji rojnamevana re got, "Min ew baş dît, û di bersiva pirsa "Hûnê Tatlises bo namezdiya AK Partiyê qebûl bikin?" de got, "Min serlêdana wî niha wergirt."

Tatlises, 13ê Adara 2011ê, li Stenbolê rastî êrişa çekdarî hatibû û bi giranî birîndar bûbû.

şeva ku Tatlises rastî êirşê hat, dê siba wê, bi fermî serdana AK Partiyê bo namezediya parlamenteriyê kiriba.

AKnews
Top