• Thursday, 23 May 2024
logo

"Zarokên Winda yên Helepçeyê" li Berlînê ye

Belgefilmê “Zarokên Winda yên Helepçeyê” ya derhênerê Kurd Akram Hidou li Berlînê hat nîşandan. Belgefilm jiyana zarokê bi navê Elî yê ku bavê xwe di komkujiyê de winda kir vedibêje û wê belgefilm di fîsteval navnetewî de bê nîşandan.

Drama Eliyê biçûk ê Helepçeyî 16’ê Adara 1988 dest pê dike… Di nîva komkujiyê de bi tenê dimîne, dayîk, bav, xwşîş û birayên xwe winda dike. Ji kîmyabaranê difilite û bi maltan re ber bi Îranê ve dikevin rê. Wî li Îranê didin malbatekê Îranî û piştre gava mezin dibe li şopên malbata xwe ya rast digere.

Piştî 22 salan dîsa vedigere Helepçeya ku ew lê ji dayîk bibû û di encama testa DNA’yê de dayîka xwe dibîne. Lê bavê wî ji komkujiyê rizgar nebûye. Derhêner Akram Hidiou dibe hevalê rêwitiya Elî. Elî hemû bîranînên xwe ji kameraya Hîdou re dibêje.

Duh bi boneya salvegera Komkujiya Helepçeyê, belgefilma “Zarokên Winda yên Helepçeyê” yak u çîroka Eliyê Helepçeyî vedibêje hat nîşandan. Filmê ku ji Helepçeyê dest pê kir, bi giştî 70 deqye. Tê hêvîkirin ku film di rojên pêşiya me de beşdarî gelek mîhrîcanên navnetewî bibe.

Derhêner Hidou derbarê filmê de wiha dibêje; “Min çawa zanî cihê Elî zanî, min kameraya xwe hilda û çûm Helepçeyê. Nîşandana film ya yekê di salvegera komkujiyê de pêk hat. Ev yek ji bo min pir girîng bû. Kêm be jî, me xwest bi hezaran kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin.”
ANF
Top