• Thursday, 23 May 2024
logo

Melek Rojhat berhemên nû pêşkêş dike

Melek Rojhat berhemên nû pêşkêş dike
Stranbêja dengxweş û xweşik a kurd Melek Rojhat mijûlî amadekirin û kilîpkirina 3 stranên xwe yên nû ye.

Li gorî ajansên nûçeyan yên li Bakurê Kurdistanê, Melek Rojhat niha mijûlî kilîpkirina 3 stranên alboma nû ya xwe ye û navên wan ”evîna salan” ku tekesta wê Edîb çelkî daniye û awaza wê jî wê bi xwe daniye, strana ”yar tu berde” ku tekest û awaza wê ya stranbêjê bi xwe ye û strana ”hêlîna xevnan” ku tekesta wê Edîb çelîk amade kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku yek ji wan kilîpan dê bo sala nû ya kurdî bê amade û belavkirin ku beşek ji karên wan li Turkiyayê hatine amade kirin.

Avesta/D.M
Top