• Saturday, 18 May 2024
logo

Hunermenda Libnanî Baskal Meş'elanî dest ji gotina sitranan berdide

Hunermenda Libnanî Baskal Meş'elanî dest ji gotina sitranan berdide
Baskal Meş'elanî Ji ber ku ducanî buye, li gor biryarek bijîjkî ji bal nûjdare xwe ve, demkî dest ji gotina sitranê berdide.
Serperiştê taybetê karên Baskalê bi eşkerayî belav kir ku nûjdarê Baskalê jêra gotiye gereke tu sitrana nebêjî ta ku zarokê te dibe, ku ev heyama mehekêye Baskal bi zik ketiye. wê biryar da taku ew zarokê xwe bidane ew sitrana nabêje.
Ji ber vê yekê Baskal daxwaza lêbûrînê ji guhdarên xwe dike, û dibêje di fîstevala sitranên Erebî de ku biryare li 28 ê meha were pêkbê ew nikare beşdar bibe.
Baskal li 27 î Marsa sala 1967 li Libnanê ji dayk buye û li sal 1988 bo cara yekê dest bi gotina sitranê kirye.
Top