• Saturday, 18 May 2024
logo

Êş û jana Hesenê Metê bû tiyatro

Êş û jana Hesenê Metê bû tiyatro
Koma tiyatroyê ya bi navê Seyr-î Mesel ji çîroka nivîskarê Kurd Hesenê Metê "Êş-Epîlog-ê" lîstikeke tiyatroyî amade kir û dê van rojan li Diyarbekirê bileyîze.

Êş-Epîlog bi qerfreşiya xwe ji berhemê derdikeve û tê lîstin. Lehengê Epîlogê “Darînê Daryo” bi êşa nivîskariyê dikeve û hewl dide xwe ku binîvise. Lê belê her tişt berevajî dibe, li ber xwe dide; a soxî bi ser nakeve û têk diçe.

Di destpêka lîstikê de “Sadûn” li penaberiyê dibe mêvanê birayê xwe û jê dixwaze ku “pirtûkên qelew” binivîse, da ku bi xwe re bibe welêt. Sadûn naxwaze destvala vegere. Li ber Darîn digere, hêviya malbat û eşîrê radigihînê û daxwaza pirtûkan jê dike. Darîn, hew dizane çi bike. Êdî neçar dimîne û dest davêje karê nivîsandinê. Ji bo nivîskarî û xwendina Kurdî pêdivî bi çi hebe dixwaze pêk bîne… Darîn biryara xwe dide û êdî dev ji nivîskariyê berdide!

Darînê Daryo, di gotina xwe ya dawî de li hemberî malbat û miletê xwe stûxwar e! Pariyeke vê çîrokê parodiya nivîskarî û kêşeyên Kurdî ye. Lehengê lîstikê di lêgerîneke têkçûyî de îroniya xwendin û nivîsandina Kurdî berbiçav dike. Xweziya Darîn di gotina dawî de wisa tê ziman: “Xwezî aniha ev gotinên min bihatina nivîsandin!”

Niha lîstik amade ye û 19-ê adarê dê li Navenda Çanda Ciwanan ya Cegerxwîn ya li Kayapinara Diyarbekirê, di 20-ê mehê de jî dê li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê de bê lîstin.

Lîstika ku derhêneriya wê Baran Demir kiriye sê kes têde dilîzin. Lîstikvanên Seyr-î Mesel bi taybetî dixwazin ku nivîskarên Kurd bên û lê temaşe bikin.

Kunye

Nav: Êş-Epîlog
Derhêner: Baran Demir
Çîrok: Hesenê Metê
Dramaturg: Çetoyê Zêdo
Muzîk: Murat Ozturk
Lîstikvan: Deniz Sal, Baran Demir, Aysu Çogur
Ronahî: Îbrahîm Turgay
(Nefel-Diyarname)
Top