• Saturday, 18 May 2024
logo

Di vîstevala filman ya Stenbolê de filmên Kurdî tên nîşandan

Di vîstevala filman ya Stenbolê de filmên Kurdî tên nîşandan
Îsal jî vîstevala filman ya Stenbolê dest pê dike. wê di vîstevalê de gelek filmên Kurdan bêne nîşandan.

Vîstevala navnetewî ya filman ya Stenbolê ku ji aliyê giropa Çand û Hunerê ve tê lidarxistin, sala xwe ya 30. pîroz dike.

Hat diyarkirin ku wê îsal di 21 beşan de 230 film bêne nîşandan. wê ev film ji bo xelatên mîdaLaya Zêrîn a Navnetewî û mîdaliya Zêrîn a Netewî û Mafê Mirovan ya FACE, bikevin pêşbaziyê.

Gelek filmên Kurdî jî mîna filimên "Azadiya Winda- yê Derhêner: Umur Hozatlı, Diya Min Aşitî Dixwaze- yê Derhêner: Aziz Çapkurt, Destaneke Serhildanê: Bêrîvan - yê Derhêner: Aydın Orak beşdarî vê vîstevalê dibin, û ev filimane bi zimanê Kurdîne û derbirîna dorhêla jiyana Kurdane:
Top