• Saturday, 18 May 2024
logo

Canê emeliyata Şêrpençe derbaz kir

Canê emeliyata Şêrpençe derbaz kir
Stranbêja Kurd ya sempatîk Can, ev demek bû li Almanya bajarê Kolnê di nexweşxaneyê de bû.

Di dema amadekariya albuma xwe ya nû de li Isteubulê, ji nişkê ve neweş dikeve, dema ku diçe kontrolê, bijîşk jêre dibêjin ku ew giran nexweş e.

Bi lez tê Almanya bajarê Kolnê.

Li wir dikeve bin kontrola doktoran, jêre dibêjin ku ew nexweşa şêrpençe ye.

Di kulêmeka wê de girêkek çêdibe û şêrpençe têde heye.

Ew bi Chemotherapie tê dermankirin.

Canê ji malpera Avesta re ragihand ku niha rewşa wê baş e.

Em jî bi navê Avesta ji Canê re tendurustiyeke baş daxwaz dikin.
(avestakurd)
Top