• Saturday, 18 May 2024
logo

Delal Zaxoyî: "Kesek xwedî li me dernakeve"

Delal Zaxoyî:
Hunermendê dengxweş Delal Zaxoyî, di hevpeyvîneke taybetî de ji bo malpera Avestakurd ragihand ku ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş e, wî nikaribû albumekê çêbike.

Zaxoyî, diyar kir ku pereyên wî tune bûn heta niha albumekê çêbike.

Hunermendê dengxweş Delal Zaxoyê got, hinek kes hene alîkariyeke mezin distînin, hinek kes jî weke min hene, haya kesekî ji wan tune ye.

Delal Zaxoyî di derbarî wezareta rewşenbîrî de diyar kir ku ew xwedî li hunermendan dernakeve û piştgiriyekê ji bo wan nîşan nade.

Delal Zaxoyî berdewam kir û got, ewê di çend mehên dahatû de yekemîn albuma xwe derxîne.

Avestakurd
Top