• Thursday, 23 May 2024
logo

Tara Resûl bi pere diaxife

Tara Resûl bi pere diaxife
Stranbêj Tara Resûl ku niha di posteke bilind ê Wezareta Rewşenbîrî de dixebite, êdî bê pere daxuyaniyan nade medyayê.

Tara Resûl ku par bi yekcarî ji Swêdê vegeriya Kurdistanê, derbarê karê xwe yê hunerî yê herî nû û dûrketina ji medyayê bo rojnama Rûdawê got: "Min biryar da ji niha şûnde ti hevpeyvîn û daxuyaniyekê bê pere bo ti dezgeheke ragihandinê çênekim."

Stranbêja Kurd sedemê vê biryara xwe jî ron kir û got: "Ti kes piştevaniya karên min ên hunerî nake, ev çend sal in karên xwe yên hunerî ji berîka xwe çêdikim, êdî ji ber çi ez ê bê pere daxuyaniyan bidim medyayê."

Tara Resûl ku di Adara 2010’an de vegeriya Kurdistanê niha bi pileya rêvebir li beşa peywendiyan a Wezareta Rewşenbîrî kar dike. Rojnama Rûdaw
Top