• Monday, 22 July 2024
logo

Fîlmê ku cara yekê behsa kurdan kiriye: Zarê

Gulan Media February 19, 2011 Hunerî
Fîlmê ku cara yekê behsa kurdan kiriye: Zarê
Fîlmê yekê yê ku behsa kurdan dike “Zarê”, dê îro li Stenbolê digel muzîka zindî ya hunermenda kurd Tara Caf bê nîşandan.

10emîn Festîvala Fîlman a Serbixwe ya Navdewletî ya Stenbolê, li 17ê vê mehê dest pê kir.

Di festîvalê de, navê beşê ku tê de sînameya kurdî heye kirine “Domandina Pêşîvekirinê” ku sala borî jî navê wê “Pêşîvekirin” bû.

Li gor zanyariya, di çarçoveya fîlmên sînameya kurdî de, dê fîlmê bi navê Zarê jî bê nîşandan ku wek fîlmê yekê yê ku behsa kurdan dike tê zanîn.

Fîlmê bi navê Zarê dê vê êvarê di seat 19.30ê de Sînemaya Fîtaşê ya li Stenbolê bê nîşandan ku kopyayeke wê bi destûreke taybet ji Ermenistanê hatiye wergirtin.

Fîlm dê digel muzîka zindî ya çengjena navdar a kurd Tara Caf bê nîşandn..

“Zarê” di sala 1926 de li Ermenistanê ji aliyê Hamo Beknazaryan (bi binyad ermenî ye) ve hatiye çêkirin. Fîlm behsa jiyana gundên kurdan dike û li Elegezê hatiye çêkirin.

(AKnews)
Top