• Saturday, 18 May 2024
logo

Hollywoodê jî çav berdaye Mêrdînê

Gulan Media February 14, 2011 Hunerî
Hollywoodê jî çav berdaye Mêrdînê
Li Tirkiyeyê bajarê Mêrdînê ku di van salên dawîn de, gelek fîlm û rêzefîlmên xwemalî tê de hatine çêkirin, niha jî bala derhênerên Hollywoodê dikşîne.

Li Bajarê Mêrdînê yê 7 hezar salî ku bi pêkhateya xwe ya mîmarî û kulturî bûye delaliya prodûktorên sînemayê, di nava 5 salên borî de ji zêdetirî 10 fîlm, belgefîlm, rêzefîlm û klîp hatine çêkirin.

Li gor nûçeya CHAyê, prodûktorê Amerîkî yê Hollywoodê Manu Gargî digel prodûktorê tirk Îlhan Kizilkaya li çend cihên Mêrdên geriyaye û serdana cihên ku dikare tê de fîlm bê çêkirin kiriye.

Gargi da zanîn ku wî digel aktorê navdarê Hollywoodê Nicolas Cage hevdîtinek Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêk aniye û got:

“Me li ser Mêrdînê gelek tişt bihîstibû lê diyar e tiştê li ser vî bajarî ji me re hatine gotin, kêm in.. Me projeya fîlmekî aksiyonê heye ku em dixwazin vî fîlmî li Mêrdînê çê bikin. Gelek aktor û aktrîstên navdar dê vî fîlmî de bilîzin lê ez naxwazim navê wan aşkere bikim.”

Bajarê Mêrdînê ku wek sektora tûrîmzê di sektorên sînema û rêzefîlman de jî serkeftin bi dest xistiye, gelek caran bûbû mijara bername û belgefîmên televîzyonên Holanda, Swêd, Brîtanya, Almanya, Japonya, Sûriye, Misir û Makedonyayê.

Bajarê Mêrdînê li sinorê Tirkiye û Sûriyeyê ye piraniya rûniştvanên wê kurd in û tê de ereb jî dijîn. (AKnews)
Top