• Saturday, 18 May 2024
logo

Zoya albuma xwe ya li Stenbulê tomar dike

Gulan Media February 13, 2011 Hunerî
Zoya albuma xwe ya li Stenbulê tomar dike
Hunermend û stranbêja kurd ya dengxweş Zoya, di sala (1986 ) an de li bajarê Qamislo - Sûriyê ji dayîk bûye û bi hunermend û kemanîst Lezgîn Xalid re zewicî ye û lawekî wan bi navê Ayaz heye, û jiyana xwe li bajarê Serê Kanî yê didomîne.
Zoya di sala (2003) an de dest bi stranê kiriye û yekemîn car bi rengekî fermî li pêş cemawer di şahiya zewaca xwe û Lezgîn de stra ye, ango bi temenê (17) salî dest bi hunera mûzîkê kiriye. Zoya bi albomê xwe yê yekemîn bi navnîşana Çavê Te û hin stranên bedew derket holê, wek stranên: Min ji te hez kir, Ehmedê Xanî, Evîn, Esmerê, Nema zanim... h.d.

Bi van stranan Zoya zû bala cemawer kişand ser huner û dengbêjiya xwe ya sekeftî û nav û deng stend. Di sala ( 2004 ) an de, Zoya di festîvala çand û hunerê de li bajarê Amed ê bi hunermend Mistefa Xalid û Husên Şakir re beşdar bûye û di Newroz sala (2007) an de li bajarê Dubey - Îmarat bi hunermend Necmedîn Xulamî û E'lî Aşitî re beşdar bû ye û li bajarê Duhokê jî di ahengekê de bi hunermend E'bdilqehar Zaxoyî re amede û beşdar bû ye. Ji nû yê Zoya, albuma xwe ya duyem amede dike.

Album wê li bajarê Stenbulê were tomarkirin. (Dilname – avestakurd)
Top