• Sunday, 05 May 2024
logo

Filmê Evdalê Zeynikê yê belgeyî li Firensayê hate nimayişkirin

Gulan Media November 8, 2010 Hunerî
Filmê Evdalê Zeynikê yê belgeyî li Firensayê hate nimayişkirin
6’ê vê mehê Navenda Kurdî ji bo Perwerde, Zanist û Kulturê li paytexta Fransa Parîsê belgefîlmê Evdalê Zeynikê ku derhênerê wê Bulent Gunduz e, mîmayîş kir. Ji bo temaşekirina belgefîlmê navborî akinciyên bajêr, kurdistaniyên li Parîsê û di nav de nûnerê YNK’ê û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê û nûnerên çendîn saziyên rêxistina civaka sivîl jî amade bûn.
Destpêkê sekretera navenda KESCC’ê Sîsîl Kursîra bi navê serok, endam û dostên navendê bixêrhatina amadebûyan kir û li ser kultura dengpêjiyê axivî û anî ziman ku dengbêjî vedigere berî çend sed salan û ne tenê li Kurdistanê, belkî li Ewropayê jî ev kultur hebûye.
Paşê nûnerê YNK’ê yê li Fransayê peyvek pêşkêş kir û behsa peywendiyên YNK’ê digel hemû aliyan kir û ew peywendî bi erênî wesif kirin.
Paşê jî belgefîlmê Evdalê Zeynikê hate nûmandin ku nêzî 75 deqeyan e.
Piştî nûmandina belgefîlmê navborî, derhêner Bulent Gunduz bersiva pirsên amadebûyan da.
PUKmedia
Top